PeyamaKurd- Hat ragihandin ku HSDê li Dêra Zorê 3 navçe dorpêç kirine û ji bo ku çekdarê IŞÎDê teslîm bibin, operasyon dane sekinandin.
Çavdêrxaneya Mafên Mirovan ya li Sûriyê (ÇMMS) ragihand ku HSDê û koalîsyona navnetewî bi hev re navçeyên Dêra Zorê yên bi navên Şefa, Hecîn û Sosê dorpêç kirine. Li gorî agahiyan ji 65an zêdetir giregirên IŞÎDê li herêmê asê mane û HSD li bendê ye ku ew teslîmî wan bibin.
Li gorî îddayan li vê herêmê ji 800î zêdetir girtî di destê IŞÎDê de hene.
HSDê ragihand ku heke çekdarên IŞÎDê teslîm nebin, ew ê operasyonê bidin destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin