Yekî Pakistanî bû wezîrê karê hundir yê Brîtanyayê

Yekî Pakistanî bû wezîrê karê hundir yê Brîtanyayê

PeyamaKurd- Do li Brîtanyayê wezîrê karê hundir yê Brîtanyyê Amber Rudd dev ji karê xwe berda û di şûna wî de kesê bi navê Sacîd Javîd ku bi eslê xwe Pakistanîye hat tayînkirin.

Rudd, di mijara siyaseta koçberan de parlementoya Brîtanyayê xapandibû û dev ji karê xwe berdabû. Sacîd Javîdê ku berê wezîrê “karê bicîhkirinê, civak û rêvebiriya cîh” bû û wezîrê dewletê bû, niha bû wezîrê karê hundir. Ev cara yekeme ku yek ji kêmneteweyan dibe wezîr.

Javîd 48 saliye û ji sala 2012an û heya niha di revebiriya sipaî ya Brîtanya de wezîfe dike. Parlementerê Partiya muhafazakar e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin