PeyamaKurd - Li Kerkûkê teqîn pêk hat û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û herî kêm 11 kes jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku: “Îşev li Kolana Quds a li nêzîkî Mizgefta Ebrar bombeyek teqiya û di encamê de kesekî carnê xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.”
Efrasyaw Kamîl Wesy da zanîn, ku piştî çend xulekeke din li Cadeya Bexdayê li nêzîkî Mollê Aîletî bombeyeke vedayî teqiya û got: “Heta niha encamên vê teqînê nayên zanîn.”
Piştî çend xulekeke din li Taxa Mûsela ya Kerkûkê bombeyeke din teqiya. Lê heta niha derbarê encamên vê teqînê jî ti zanyarî nînin.
Çavkaniyekî ji Rûdawê re ragihand, ku di teqîna li Kolana Qudsê de karvaneke leşkerî hatiye hedefgirtin û di encamê de 11 kes birîndar bûne, ku di nava wan de zarok û jin jî hebûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin