Reuters: Kujerê mizgefta Zelandayê 2 cara hatiye Tirkiyê

Reuters: Kujerê mizgefta Zelandayê 2 cara hatiye Tirkiyê

PeyamaKurd- Ew kesê ku Zelanda ya Nû avêt ser mizgeftê û 45 kesan kuşt, li gor agahiyên ku ajansa Reutersê daye, bo demekî ew zilam li Tirkiyê maye. Ajansa Reutersê weha got:

“Terorîstê li Zelanda Nû, berê bo mudeyekî li Tirkiyê maye. Polîs niha li ser têkiliyên wî yên li Tirkiyê vedikole.”

Tê gotin ku terorîstê bi navê Brenton Tarrant di navbera 17-20 ê adara 2016an û di 13 ê êlûn-25 ê cotmeha 2016an de li Tirkiye maye.

Niha polîsê Tirkiyê lêkolînê dike bê ev zilamê bi navê Brenton Tarrant li Tirkiyê li ku maye û têkiliyên wî bi kê re hene. Tarrant 28 saliye û ji Awûstralya ye. Bûyera kuştinê di ser facebookê de zindî daye. Niha bo bûyerê 4 kes di bin çav de ne û yek ji wan jin e.

Eger mijar ya nijadperestiyê be, kujer bi xwe jî bo Zelandayê biyaniye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin