PeyamaKurd- Di dema xwepêşandanên tevahî yên Iraqê de, serê xwepêşandêran tevgera Muqteda El Sadr bû lê vê paşiyê Sadr ragihand ku wan xwe ji xwepêşandanan vekişandiye û ti têkiliyên wan bi xwepêşandanan nemaye. Çadirên xwe yên li meydanên xwepêşandanan rakiribûn û xwepêşandêrên ku xwepêşandanên xwe dewam dikirin, Tevgera Sadr bi îxanetê tewan kiribû.
Di serî de li Bexdayê di navbera xwepêşandêr û layangirên Sadr de pevçûn û şer derketibû lê niha şer û pevçûn li bajarê Necefê ket navbera xwepêşandêr û Tevgera Sadr. Li gor ragihandina çapemeniyê, grûba bi ser Tevgera Sadr ya bi navê “kumşîn” xwestin ku herin nav xwepêşandêrên Meydana Sadreyn. Demek kurt bi şûn de munaqeşeya navbera wan wergeriya şer û layangirên Sadr dest avêtin sîlihên xwe. Di encamê de layangirên Sadr 6 kesan kuştin û li dora 40 kesan birîndar kirin.
Hinek çadirên ku li meydanê hatibûn danîn agir bi wan xistin û xwepêşandêran ji meydanê dûr kirin.
Heman tişt li Babîlê jî çêbû û layangirên Sadr yên “kumşîn” yekî xwepêşandêr kuştin. Grûba navborî di dema ku xwepêşandan ji aliyê Tevgera Sadr de dihat kirin, ew grûb nîzama xwepêşandanê an ku asayîşa xwepêşandêran temîn dikirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin