PeyamaKurd- Çaxdêrxaneya Mafên Mirovan ya li Sûriyê ragihand ku balafirên şer yên Sûriyê kampa penaberên Filîstînî ya Yermûkê bombebaran kirine. Di encama bombebaranê de 17 penaberên Filîstînî hatine kuştin.
Çaxdêrxaneya Mafên Mirovan ya li Sûriyê diyar kir ku Kampa Yermûkê niha di bin qontrola IŞÎDê de ye û hijmara kuştiyan zêde dibe.
Hikûmeta Sûriyê piştî Xuta qontrol kir, berê xwe da herêmên di bin qontrola IŞÎDê de. Rejîm hêdî hêdî li wan herêman jî qontrolê dixe bin destê xwe de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin