PeyamaKurd - Li navçeya Şera ya Efrînê jineke ku ji aliyê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatibû revandin, kuştî hate dîtin.
Hat ragihandin ku li nêzî gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera ya Efrînê jina bi navê Zelxan Hesen kuştî hatiye dîtin.
Zelxan ji gundê Dêreswanê yê Şera ye ku berî niha bi mehekê ji gundê Ezezê ji aliyê komên çekdar ve hatibû revandin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî bûyerên revandina sivîlan rojane li wan herêmên hatine dagirkirin berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin