Robert Fisk: "Pûtîn Efrîn da Îdlib wergirt"

Robert Fisk: "Pûtîn Efrîn da Îdlib wergirt"

PeyamaKurd - Rojnamevanê navdar Robert Fisk diyar kir ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di muqabilî Îdlibê de Efrîn daye Tirkan.

Rojnamevanê Îngilîz û nivîskarê xwedan tecrube yê Rojhilata Navîn li The Independentê  Robert Fisk, li ser zêdebûna bandora Rûsyayê ya li Rojhilata Navîn meqaleyek nivîsand.

Fisk di meqaleya xwe de cih da van tesbîtan:

"Pûtîn, ji bo eskerên Rûs ên di şerê digel Kurdan de hatine kuştin çi qasî giriyabe, ji bo Kurdên ku di şerê Efrînê de yê li dijî Tirkan û hevalbendên wan DAIŞê hatine kuştin jî ew qasî giriyaye. Ev dişibe peymaneke besîd. Tirk eger rê bidin ku Sûriye û Rûsya di demeke nêzîk de Îslamîstan ji Îdlibê derxînin wê heta demekê li Efrînê bimînin."

Fisk di nivîsa xwe de rexne li Amerîkayê jî girt û got:

"Di van hemûyan de tiştekî giran jî heye. Pûtîn ji bo kuştina eskerên Rûs ên bipere li Sûriyê nakeve fikaran. Xebatên wan ji ceribandina îradeya eskerî ya Amerîkayê li Sûriyê pêkhatî ne. Amerîkî jî ji bo eskerên bipere yên Kurd ne digirî ne jî wan li Efrînê diparêze."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin