Guzel: ‘Ji bo peredaniyên meha nîsanê dayîna mazbatayan tên derengxistin'

Guzel: ‘Ji bo peredaniyên meha nîsanê dayîna mazbatayan tên derengxistin'

PeyamaKurd - Di ser hilbijartinên herêmî re du hefte derbas bûn lê hêj li hinek bajaran mazbata nehatine dayîn û şaredarên nû dest bi wezîfeyê nekirine. Hat îdiakirin ku sedema dirêjkirina vê pêvajoyê peredaniyên meha nîsanê ye.

Di ser hilbijartina hilbijartinên herêmî yên 31ê adarê re nêzîkî du hefteyan dem derbas bû lê hêj li hinek bajar û bajarokan mazbata nehatine dayîn. Hevşaredarên Bajarê Mezinê Amedê yên HDPê Selçuk Mızrakli û Hulya Alokmen, Hevşaredarên Bajarê Mezinê ê Mêrdînê Ahmet Turk û Figen Altindag jî mazbatayên xwe hêj wernegirtine û dest bi wezîfeyê nekirine.

‘JI BO PEREDANIYÊN MEHA NÎSANÊ MAZATA TÊN DERENGXISTIN’

Parlementera HDPê ya Amedê Semra Guzel derbarê derengxistina mazbatayan de axivî û diyar kir ku sedema dirêjkirina pêvajoyê peredaniyên meha nîsanê ye ku ji Banka Bajaran bo şaredariyan tê terxankirin. Guzel, “Sedema derengxistina mazbatayan pereyên meha nîsanê ye ku dê ji Banka Bajaran bo şaredatiyên were terxankirin.”

Guzel bal kişande ser dema eşkerekirina encamên fermî 13 nîsanê û got, “dixwazin vê demê dirêj bikin, peredaniyên ku ji bo şaredariyan tên veqetandin xesb bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin