PeyamaKurd - Zivistana îsal li Bakurê Kurdistanê dirêj bû û di meha Nîsanê de jî berf dibare. Bi taybetî li parêzgehên herêma Serhedê, barîna berfê di meha Nîsanê de jî berdewam dike. Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, di 10ê Nîsanê de nêzîkî 10 santîmetre berf bariya. Xelk dibêje, berfbarîn "bereket" be jî, lê ajeldarên herêmê ji ber xilasbûna êm, ceh û kayê rastî zehmetiyên mezin tên.
Bajarên Serhedê di bin kirasê spî de man
Li parêzgehên wekî Bedlîs, Wan, Erdexan û Qersê jî berfê bandoreke nîşanî da û dîmenên bêhempa derxistin holê. Li navçeya Qamûşanê ya Qersê, daristanan kirasekî spî li xwe kir û welatî bi paqijkirina berfa ser otomobîlên xwe şiyar bûn.
Welatiyekî ji Qamûşanê, bi matmayî behsa barîna berfê ya di 10ê Nîsana 2026an de dibe û dixwaze ev siruşta zivistanî bibe sedema xêrê. Herwiha avahiyên dîrokî yên Qersê di bin berfê de dîmenên estetîk pêşkêşî xelkê kirin.
Hişyariya Keşnasiyê ji bo lehî û aşûtê
Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê (Meteoroloji-MGM) derbarê rewşa hewayê ya rojên şemî û yekşemê de hişyariyên nû belav kirin. Keşnasiyê ragihand ku ji bo piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê metirsiya baraneke zêde û ji bo deverên bilind jî îhtîmala barîna berfê heye.
Di daxuyaniyê de bang li welatiyan hat kirin ku li hemberî rûdana lehî, aşût û pirsgirêkên çûnûhatinê baldar bin û tedbîrên xwe yên pêwîst li hemberî vê avhewaya neyînî wergirin.