'Di navbera Rejîmê û HSDê de danustendin dest pê dikin'

'Di navbera Rejîmê û HSDê de danustendin dest pê dikin'

PeyamaKurd – Siyasetmedarê Kurd û parlamenterê Sûriyê ragihand ku bi navbeynkariya Rûsyayê danûstandin di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyê de dest pê bikin.

Piştî ku Rêveberiya Şamê ragihandibû ku wan danûstendin dane rawestandin, Siyasetmedarê Kurd û endamê Parlemantoya Sûriyê Omer Osê ragihand ku dê danûstendinên di navbera Rejîmê û HSDê de dest pê dikin.

Osê, “Gotubêjên di navbera hikûmeta Sûriyê û fermandarên HSDê de di rojên pêş de wê li Şamê dest pê bikin”

Osê da zanîn ku hewildanên di navbera rejîmê û HSDê de di atmosfereke erênî de derbas dibin û ji bo vê yekê demeke dirêj e xebat tên meşandin.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim diyar kiribû ku ji ber polîtîkayên guherbar ên hêzên Kurdî danustendinên di navbera Şamê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de bêyî ku bigihêjin encamekê bidawî hatibûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin