PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo li Riyadê got: “Yekgirtina Kendava Erebî girîng e û pêwîst e pêk bê."
Serdana Wezîrê Derve yê Amerîka bo Siûdiyê di demekê de ye, Siûdiye bi niyaz e xendeqekê di navbera xwe û Qeterê de bikole û bi yek carî ji wî welatî bidûr bikeve.
Rojnameya Amerîkî “New York Times” jî belav kir ku Washington dixwaze dorpêça li ser Qeterê bidawî bibe û welatên Kendava Erebî rêzên xwe yek bixin ji bo rûbirûbûna Îranê û jinavbirina DAIŞê.
Wê rojnameyê naveroka peyama Pompeo aşkere kir jî, ku tenê ew bû: “Dorpêça li Qeterê bes e.”
Her yek ji Siûdiye, Îmarata Erebî, Behreyn û Misrê di meha Hezîrana bûrî tevahiya pêwendiyên xwe bi Qeterê re birîbûn û dorpêça bijayî û esmanî xistibûn ser wî welatî, ev yek jî ji ber pêwendiyên Qeterê bi Îranê hatibû.
Pompeo li ser mijarê got: "Îran li ser herênê gef e û vekişîna ji peymana atomî jî bijardeyek e li pêş Amerîkayê, heger ew rêkeftin neye serastkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin