PeyamaKurd- Li Iraqê hilbijartina 12ê Gulanê bi rengê fermî dest pê kir. Kurd, Ereb Turkman û kêmnetewên dî yên li Ewrûpayê îro ji seet 07:00ê û pêde dest bi dengdayînê kirin. Di heman demê de hêzên ewlehiyê jî dest bi dengdayînê kirin.
Kesên li Ewrûpayê, ku bi belgeyekê an jî bi nasnameyê xwe bidin naskirin, dikarin îro rayên xwe bidin.
Hat ragihandin ku li derveyî Iraqê 900 hezar Iraqî dijîn.
Berî her kesî Iraqî û Kurdistaniyên li Zelandaya Nû dengên xwe dan. Iraqî û Kurdistaniyên li Tirkiyê jî dikarin ji seet 08:00ê û pêde rayên xwe bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin