PeyamaKurd - Pisporên Amerîkayê ragihandin ku li Koreya Bakurê cihê 13 tesîsên bidizî yên fuzeyan hatiye tesbîtkirin.
Navenda Xebatên Navneteweyî û Stratejîn, ji dîmenên peykê sûd wergirt û raporek amade kir. Di vê raporê de hat destnîşankirin ku li Koreya Bakur cihê 13 tesîsên bidizî yên ku ji bo hilberîna moşek û teknolojiyên wek wê tê bikaranîn hat keşifkirin.
Di raporê de hat diyarkirin ku ew tesîs ji bo avêtina moşekan nayê bikaranîn lê di peymaneke Amerîka û Koreya Bakur de lazim e cihê wan tesîsan were teftîşkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin