PeyamaKurd - Fransa li Sûriyê ji bo HSDê di warê siyasî de piştgiriya xwe zêde kiribû niha jî di warê eskerî de pêngavên girîng davêje.
Artêşa Fransayê li bakurê Sûriyê li herêmên ku di bin kontrola HSDê de ne çûnûhatin û peywendiyên xwe zêde kir.
Serkêşên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di 29ê Adarê de li Parîsê bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ra hevdîtin kiribûn. Çapemeniya Fransayê jî li ser gotinên HSDyî yan îdîa kir ku rêveberiya Macron ji bo piştgiriyê soz daye rêxistinê û wê esker bişîne Minbicê. Di daxuyaniya Serokomariya Fransayê da jî hat gotin ku "Fransa û civaka navneteweyî ji bo di navbera Tirkiye û HSDyê da guftûgo dest pê bike" dikare navbeynkariyê bike.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên li herêmê hatine hildan, yekîneyên taybet yên Fransayê duh êvarê gihîştin baregeha Amerîkayê ya li navçeya Rimêlana bi ser Hesekê ku di bin kontrola HSDê da ye. Lê nayê zanîn ku ew li wê derê man yan na.
Çavkaniyan gotin ku di demên dawîn da eskerên Fransayê pirî caran ji Sûriyeyê derbasî Iraqê dibin.
Eskerên Fransayê bi hevkariya HSDyî yan û eskerên Amerîkayê yên xwedî wesayîtên bizirx va li nav Minbic, Reqa û Dêrazorê derdikevin dewriyê. Eskerên Fransayê pirî caran deverên HSDyî lê ne jî ziyaret dikin.
Eskerên Fransayê ku bi qasî tê zanîn di demên dawîn da bi serkêşên rêxistinê ra li Minbicê du caran civîn kirine û ji rêxistinê ra çek û ekîpmanê sewq dikin.
- Artêşa Fransayê li herêma di bin kontrola HSDê de ye li 5 baregehên eskerî ye
Artêşa Fransayê li bakurê Sûriyeyê li herêma di bin kontrola HSDê de ye li 5 baregehên eskerî cih digire.
Ji 70yî zêdetir eskerên mensûbên Hêzên Taybet ên Fransî di bin navê koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞa rêxistina terorê da li Kobanî, Girê Miştenûr, navçeya Sirînê, bajaroka Eyn Îsa û Lafarga fabrîqeya çîmentoyê ya Fransayê ya li gundê Xarab Işqê bi cih bûne.
Hêzên Fransayê di operasyonên qadê de tevlî HSDê dixebitin.
Artêşa Amerîkayê wextê li Xarab Işqê baregeha hewayî ya eskerî ava kir devera fabrîqeya çîmentoyê jî di nav da ye hilda bin kontrola xwe û niha hin eskerên Fransayê jî li wê baregehê ne.
Ji 30yî zêdetir eskerên Fransayê jî li Reqayê tevlî HSDê kar û bar dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin