PeyamaKurd – Rûsyayê ragihand ku du firokeyên F-15 ên artêşa Amerîkayê bi bombeyên fosforî sînorê parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê bombebaran kirin.
Serokê Navenda Temaşekirina Agirbestê Vladimir Savçenko ragihand, ku du firokeyên F-15 ên artêşa Amerîkayê bi bombeyên fosforî sînorê parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê bombebaran kirin.
Savçenko got, li parêzgeha Dêrezorê roja 08ê Îlonê (duh) du firokeyên F-15 ên artêşa Amerîkayê êrîşî ser Hajînê kirin. Piştî êrîşê şewatên mezin qewimîn û derbarê mirî û birîndaran de agahî têne zelalkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin