PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mevlut Çavuşoglu derbarê biryara vekişîna leşkerê Amerîka ji Sûriyê got, “Em biryara vekişînê bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Pêwîste vekişînê em bi hev re kordîne bikin daku valahî çenebe.”
Çavuşoglu herwiha diyar kir ku ji niha şûnde pêwîste bala xwe bidin ser çareseriya siyasî ya kêşeya Sûriyê û wiha pê de çû:
“Ev heyameke dirêj e em têkoşîna DAIŞê didin. Em difikirin ku DAIŞ hatiye têkbirin. Ji bo vekişîna Amerîkayê pêwîstî bi kordînasyonê heye. Nexşerêya me ya Minbicê amade ye. Divê bo rêxistinên terorê cî nebe tê de.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin