PeyamaKurd - Li gorî nûçeyên dawî li ser xeta Şergirakê û Çelbî yên navçeya Eyn Îsa ya girêdayî parêzgeha Reqayê, şerekî giran di navbera leşkerên Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê û hêzên rejîma Sûriyê de rû dide.
Li gorî çavkaniyên xwecihî artêşa Tirkiyê tevî komên çekdarên girêdayî xwe di 3 rojên dawî de êrîşên ser herêmên di bin kontrola hêzên rejima Sûriyê zêde kirine.
Tê ragihandin ku şer li ser xeta di navbera Şergirakê û gundê Çelbî yên girêdayî navçeya Eyn Îsayê de giran bûye û di navbera komên komên girêdayî Tirkiyê û hêzên rejîma Sûriyê de şerekî dijwar rû dide.
Derbarê şerê vê dawiyê yê Idlibê de, agahiyên zelal hîn nehatine bidestxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin