PeyamaKurd- ENKS li bajarê Qamîşloyê bi partiyên Kurd re civînekî lidar xist û behsa guherandina demografîk ya rojavayê Kurdistanê kirin. Endamê konseya rêvebiriyê yê ENKS ê Nîmet Dawûd bo K24 ê ragihandiye ku civîna bi partiyên Kurd re li Qamîşlo pêkanîne, tê de behsa halê rojava û li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê goherandinên demografîk çêbûne, li ser wan axifîne.
Dawûd got ku di civînê de behsa pêwendiyên ENKSê yên ku bi muxalefeta Sûriyê re, bo avakirina yekîtiya Kurda li Rojava, wê di kongreya ENKSê de bên axaftin.
Di mijara civîna ku bi HSD ê re çêkirine de, endamê serokatiya ENKS ê Muhammed îsmaîl jî got ku heya niha bo yekîtiyê ti pêngav nehatine avêtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin