PeyamaKurd - Serokwezîrê Tirkiyê û Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim bangewazî li HDPê kir û got: "Bila bi eşkere PKKê nalet bikin, bi eşkereyî li dijî PKKê bisekinin, wê demê cihê wan li ser serê me û çavê me heye."
Yildirim di çarçoveya bangeşeya hilbijartinê li Batmanê axivî.
Yildirim di axaftina xwe de bangewaziya HDPê kir û ev îdîa anîn ziman:
"HDP ne partiyeke azad e. Di emrê Qendîlê de ye. Di emrê PKKê de ye. Ji Kurdan, ji herêmê dengan werdigire lê di emrê wan de ye. Ne daxwaz û telebên we, çiyê çi bixwaze wê dikin. Bila azad bin, bila bi eşkere PKKê nalet bikin, bi eşkereyî li dijî PKKê bisekinin, wê demê cihê wan li ser serê me û çavê me heye."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin