PeyamaKurd – Li Mizgefta Muley el Mehdi ya li bajarê Ceutaya li Fasê ku girêdayî Spanyayê ye, ji aliyê kes an jî komeke nediyar ve rastî êrişekê hat.
Li gorî ajansa nûçeyan a EFEyê, kes an jî komeke nenas di dema limêjê de 4 caran êrişî mizgefta Muley el Mehdi hat kirin.
Hat diyarkirin ku, ji ber teqekirinê di nava mizgeftê de tirs û sawek çêbûyê lê tu kes birîndar nebûye.Piştî bûyerê polîsên wê deverê derbarê êrişê de lêpirsîn dan destpêkirin.
Hêjayî gotinê ye ku 43 ji sedê gelheya bajarê Ceuta ya li Fasê ya girêdayî Spanyayê ji misilmanan pêk tê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin