PeyamaKurd - Li paytextê Belçîka Brukselê, ji bo mirovên ku dimrin neyên xakspartin biryar hat stendin.
Li paytextê Belçîka Brukselê êdî cesed ji dêvla bêne xakspartin dê bi muameleke taybet veguhezînin xweliyeke humusî berdar. Li gor birayara hatiye stendin, cesedên kesên vê nexwazin jî dê bi şileyeke taybet bitemamî bê tunekirin.
Parlamentoya Eyaleta Brukselê di mewzûata xizmetguzariya cenazeyan de guhertin kir. Ji niha û pê ve di xizmetguzariyên cenazeyan de mecbûriyeta kevneşopî ya tenê bi tabûtên darîn xakspartin ji holê hat rakirin. Li gor tenzîma nû, yên ku bixwazin bi wesiyet dikarin wek mumya bi paçik an bi kertonan bên pêçandin.
Hedefa parlamentoyê bi tenzîma nû ew e ku pirsa jîngehî û goristanê hel bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin