Lavrov: Bi deshilatiya Samê mafên hemû pêkhateyan tên garantî kirin

Lavrov: Bi deshilatiya Samê mafên hemû pêkhateyan tên garantî kirin

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro Duşemê li Moskowê bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim re civiye.

Lavrov piştî civînê ragihand, heger erda Sûriyê vegere bin kontrola Şamê, dê mercên baş pêk werin û wê mafên hemû pêkhateyên Sûriyê yên netewî û olî bên garantîkirin.

Lavrov got: “Rûsya hemû hewlên xwe ji bo vegerandina serwerî û yekparçeyîya xaka Sûriyê dide. Dema hemû xaka Sûriyê vegere bin kontrola Şamê, dê mercên baş peyda bibin ji bo garantîkirina mafên hemû pêkhateyên Sûriyê yên netewî û olî.”

Lavrov diyar kir, niha Sûriyê di qonaxa çûna ber bi jiyana aştiyane de ye û divê civaka navdewletî plana xwe ya piştevaniya aştiya li Sûriyê deyne û vê yekê li ber çav bigire.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Muelim jî spasiya Rûsya û Çînê kir bi sedema li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) projeyasaya welatên rojava bo derbaskirina alîkariyên mirovî bo Sûriyê veto kirine ku ew biryar li dijî serweriya Sûriyê bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin