PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nikos Dendias du roj berê serdana Iraqê kiribû û biryar bû serdana Herêma Kurdistanê jî bike, lê hatibû ragihandin ku ji ber pirsgirêkeke teknîkî ya balafirê nekariye serdana Herêma Kurdistanê.
Dema vegera welatê xwe ya balafira Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nikos Dendias, Tirkiyê balafira wezîrê Yûnan li qada asmanî bi qasî 20 xulekan asteng kiriye û nehiştiye bi ser asmanê Tirkiyê de derbas bibe ku ev yek bû sedema krîzeke din di navbera herdu welatan de.
Bedevkê hikumeta Yûnanistanê Stelios Petsas li ser mijarê got, ev şantajek e ku li şantajên dewleta Tirk zêde dibe û hêvî kir ku bûyer careke din dubare nebe.
Petsas da xuyakirin ku Wezareta Derve ya Yûnanistanê gilînameyek pêşkêşî hikumeta Tirkiyê kiriye.
Piştî astengkirina balafira wezîrê Yûnan, rayedarên Tirkiyê ragihandibûn ku balafir bêyî rêwîtiyeke diyar ji Iraqê derketiye lê piştî ku rêwîtî hatiye diyarkirin, destûra derbasbûna balafirê hatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin