Dorpêçên Amerîkayê bo Îranê ji 6 xalan pêktê

Dorpêçên Amerîkayê bo Îranê ji 6 xalan pêktê

PeyamaKurd- Li gor rêjeyên wezareta xezînê ya Amerîkayê dorpêçên ku wê di 5 ê mehê de destpêbikin, ji 6 xalan pêk tê.

Di xala yekê de operatorên Îranê yên lîmanan tê. Sektora keştî û avakirina keştiyan di serî de ye. Dorpêç xetên keştiyan yên komara îslamê ya Îranê, Xeta keştiyan ya başûr û şêrketên ku bi van re dixebitin dixe nava lîstê.

Maddeya duyem di derbarê petrolê de ye. Di asta navdewletî de bo Îranê sînor tê danîn. Bo şêrketên Îranê her wekî NIOC û NITC ê. Berhemên petrolê yên ku Îran çêdike tê sînorkirin.

Sektora fînansê jî di hedefê de ye. Banka navendî ya Îranê û rêxistinên bi ser wê de di hedefa dorpêçê de ne. Di maddeya 5 û 6 an de şîrketên sîgortayê û yên navbeynkar hene ku bo wan sînor tê dayîn.

Wezîrê xezînê yê Amerîkayê Steven Mnuchin roja berê ragihandibû ku wê di çarçoveya dorpêçên 5 ê mehê de, di ser 700 kesan an rêxistinan de navê wan bikevin nava lîsta dorpêçê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin