PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 14ê Gulanê li bajarê Gerdîz ê li rojhilata Afganistanê otomobîleke bombebarkirî li nêzî dadgehê hat teqandin ku li gorî zanyariyên destpêkê di encamê de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Afganistanê Tariq Aryan derbarê teqînê de diyar kir ku li nêzî dadgeheke leşkerî ya li bajarê Gerdîz, otomobîleke baran ya bombebarkirî teqiyaye û bi dehan kuştî û birîndarên sivîl hene.
Hêjayî gotinê ne ye, çend rojên dawî li Afganistanê herî kêm 56 kesan di encama êrîşên bombeyî de can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin