PeyamaKurd - Rejîma Îranê girtiyekî din ê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Şayan Seîdpûr ku ji Zindana Seqizê reviyabû, piştî ku careke din ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat desteserkirin, îro hat bidarvekirin.
Şayan Seîdpûr roja 27ê Adarê tevî 73 girtiyên din karîbû ji Zindana Seqizê ya li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bireve, lê belê piştî çend rojan li bajarê Bane ji aliyê hêzên Îranê ve dubare hatibû girtin û bo girtîgehê hatibû vegerandin.
Rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan ragihandiye ku şeva bihorî hejmarek çalakvan û xelkê bajarê Seqizê li ber deriyê mala bavê kesê kuştî kom bûn û daxwaz ji wî kirine ku Şayan Seîdpûr efû bike, daku biryara bidarvekirina wî neyê cîbicîkirin.
Li gor zanyariyan, Şayan Seîdpûr dema ku 17 salî bûye, sala 2015 di pevçûnekê de kesek bi navê Silêman Azadî kuştiye. Piştî ku hatibû girtin, li liqa yekem a Dadgeha Tawanan a Sineyê hatibû darizandin û dadgehê biryara bidarvekirinê bi ser wî de sepandibû.
Şayan Seîdpûr di sala 1997an de ji dayik bûye û di dema encamdana tawana kuştinê de, temenê wî ji temenê yasayî ku li Îranê 18 sal e kêmtir bûye û li gor pîvanên navdewletî yên mafên mirovan nabe kesên wisa bêne bidarvekirin, lê belê Îran guh nade wê yekê.
Çend roj beriya niha hejmarek ji çalakvanên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê hişyarî dabûn, ku eger heye ew xortê Kurd were bidarvekirin.
11ê Nîsanê jî girtiyekî din ê Kurd ê bi navê Mistefa Selîmî jî ku ji Zindana Seqizê reviyabû, piştî radestkirina ji aliyê asayîşa YNKê ve ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatibû bidarvekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin