Abdullah Gul: Pirsgirêka Kurdî êdî bûye pirsgirêkeke navdewletî

Abdullah Gul: Pirsgirêka Kurdî êdî bûye pirsgirêkeke navdewletî

PeyamaKurd Serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul dibêje, pirsgirêkaa Kurdî êdî bûye pirsgirêkeke navdewletî û divê Tirkiye li gor vê yekê tevbigere, Gul herwiha rexne li pergala serokatiyê digire û dibêje, divê Tirkiye vegere ser pergala ‎parlamenteriyê.

Abdullah Gul di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Karar a Tirkiyê, amaje bi wê yekê da, ku pirsgirêka Kurdî bûye pirsgirêkeke ‎navdewletî û diyar kir, ku ew yek di encama siyasetên şaş de çêbûye.

Serokomarê berê yê Tirkiyê Gul tekez kir, pirsgirêka Kurdî niha yek ji pirsên herî girîng ên Tirkiyê ye û destnîşan kir, ew naxwaze ti kesî yan aliyekî tawanabr bike, lê belê derbarê vê meseleyê ew hemû berpirsyar in.

‘Pirsgirêka Kurdî ber bi rehendên herêmî û navdewletî ve çûye’

Bi gotina Abdullah Gul, ji ber ku wan di nava xwe de, bi destpêşxeriya xwe û li gor standarên bilind ên mafên mirovan, pirsgirêka Kurdî nehat çareserkirin, êdî ew pirsgirêken ber bi rehendên herêmî û navdewletî ve çûye.

Serokomarê berê yê Tirkiyê Gul got: “Li gor welatên din, Kurd herî zêde li Tirkiyê dijîn. ‎Dema gotûbêj derbarê “Referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistanê” de dihat ‎kirin gelekî balkêş bû. Li ser şaşeya CNN Turkê li ser nexşeyê gotûbêj dihat kirin, li ser nexşeyê Kurdên har çar ‎welatan dihatin pêşandan. Piştre min li CNN Internationalê temaşe kir, li ser heman nexşeyê gotûbêj ‎dihat kirin, li beşê Tirkiyê 15 milyon, Iraq 4 milyon, Sûriye 2 milyon û li Îranê 6 milyon Kurd hatibû nivîsîn. ‎Li ser nexşeya Tirkiyê ew hejmar nebûn, ev rastî ye, hewqas Kurd li Tirkiyê dijîn, lê heya çi astekî bi ‎yeksanî wek welatî danûstandin ligel tê kirin.”‎

‘Eger em vê pirsê di nav xwe de çareser bikin...’

Abdullah Gul herwiha dibêje: “Eger em vê pirsê di nav xwe de çareser bikin, em dê li welatê xwe û li herêmê jî ‎bihêztir bibin. Lê tirsa min ew e ku vê pirsê li welêt çareser nekin, pirsgirêke tenê di nav welat de ‎nemîne û rehendeke navdewletî li xwe bigire.”‎

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin