Saxewan Abdullah: Pêwiste Kurdî li seranserê Iraqê bikeve nav bernama perwerdê

Saxewan Abdullah: Pêwiste Kurdî li seranserê Iraqê bikeve nav bernama perwerdê

PeyamaKurd – Cîgirê serokê parlementoya Iraqê Şaxewan Abdullah bang li wezaretên perwerdê û xwendina bilind ya Iraqê kir û got ku pêwiste zimanê Kurdî bixin nav perwerda fermî ya giştî ya Iraqê. Şaxewan Abdullah daxwuyaniya xwe di roja 21 ê sibatê di ‘roja zimanê zikmakî ya dinyayê’ de, bi peyamekî ragihand.

Abdullah di peyama xwe de balê kişand ser dîrok û dahatûya zimanê Kurdî û got divê herkes bi yekîtiya ziman bawer bike. Ji bo civakên pêşverû divê ziman bê pêşxistin û zimanê dê xizmeta aştî, çand û pêkvejiyanê dike.

Şaxewan Abdullah, her weha got ku li gor destûra Iraqê; Kurdî bi zimanê Erebî re zimanê fermiye û bang li wezaretên perwerdê û xwendina bilind ya Iraqê kir ku zimanê Kurdî li sernserê Iraqê bikeve nav müfredata perwerdê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin