PeyamaKurd- Pisporê Amerîkî yê Enstituya Washingtonê û balyozê berê yê Amerîkayê James Jeffrey di derbarê hukumeta nû ya Tirkiyê de fikr û ramanên xwe ragihand.
Jeffry got eger piştî 24 ê hezîranê li Tirkiyê hukumet biguhire wê guherînên girîng çêbibin. James Jeffrey weha got: “Wê têkilî gelek girîng bibin lê di heman demê de wê bi problem bin.”
James Jeffrey di Dengê Amerîka de axifî û got ku “Pirsgirêka herî mezin biryara kirîna S-400an e. Ev biryar konreya Amerîkayê li dijî Tirkiyê xiste nava tevgerê. Ev pirsgirêkeka gelek girîng e.”
James Jeffrey di navbera salên 2008 û 2010an de li Tirkiyê wezîfe kiribû. Li ser rêvebiriya Munbicê jî weha got:
“Wê her dû dewlet li hev bikin. Giringiya stratejîk ya Munbicê nemaye. Niha bo Tirkiye, Amerîka û PYDê bûye mijara prensîbê. Washington mecbûre bi her sêyan re eleqedar bibe. Amerîka bê PYDê nikare li rojhilatê Sûriyê bimîne. Wisa xuya dike ku Tirkiye jî naxwaze Amerîka bilez ji Sûriyê derê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin