PeyamaKurd - Piştî ku berf heliya, li Hekariyê firotina ribêzan dest pê kir û êdî li ser dezgehan tên firotin.
Ramazan Kayayê firoşkar got ku ew ribêzan ji çiyayên bilind yên li navçeya Çelê kom dikin û diforişin.
Kaya got ku ew bi firotina ribêzan îdareya mala xwe dike.
Huseyîn Kan jî got ku welatî eleqeyeke mezin nîşanî ribêzan didin û wiha axivî: "Em desteyeke ribêzan 5 lireyî difiroşin. Bi saya vê em îdareya mala xwe dikin. Niha şikûr karê me baş e. Gelek kes bi vî karî debara xwe dikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin