PeyamaKurd - Walîtiya Edîrneyê ji bo rê li ber meşa HDPê bigire, ji 14ê Hezîranê heta 17ê Hezîranê ketin û derketina bajêr sînordar kiriye.
Walîtiya Edîrneyê bi daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku ji bo ‘rêlibergirtina belavbûna koronayê’ rê nadin xwepêşandan û kombûn bên kirin û ji bo vê armancê ketin û derketina Edîrneyê ji 14e mehê heta 17ê mehê hatiey sînordarkirin.
Walîtiyê her wiha daye xuyakirin, eger heye ku grupkomêên dijber jî nerazîbûnan nîşan bidin û ew yek jî ji bilî asayîşa bajêr, dê bandorê li tendirustiya welatiyan bike.
Hêjayî gotinê ye ku HDP biryar dabû, bi beşdariya parlamenter û hilbijartiyên HDPê, 15ê Hezîranê ji Colemêrg û Edîrneyê, ber bi Enqereyê ve meşekê li dar bixe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin