PeyamaKurd - Helbestkar, nivîskar, şanoger û mamosteyê Kurd Bariyê Bala di 84 salîya xwe de li Alma-Ataya Kazaxistanê koça dawiyê kir.
Barîyê Bala ango bi navê xwe yê din Barîyê Eliyê Paşê 25ê Tebaxa 1937 an li nehiya Masîsa Ermenîstanê ji dayîk bûye. Di sala 1958an de dibistana gundê Demîrçîyê ya navîn xilas dike û li bajarê Erîvanê dikeve beşa Dîrok û Fîlolojîya Azerî ya Zanîngeha (Înstîtûta) Dewletê ya Peedagojiyê ya li ser navê Xaçatûr Abovyan, sala 1963yan bi asteke baş xilas dike.
Piştî xilaskirina zankoyê salên dirêj di dibistanê da wekî mamosteyê ziman û wêjeyê û di nav xebatên Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê “Berbang”ê da wekî mamostê ziman û edebîyatê kar dike.Di salên 2014-2015ê de bi alîkarîya endamên Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanê û endamên PENa Kurd Nûrê û Zera Serdaryan li bajarê Erîvanê du pirtûken wî “Ez û kevokê tenê”, “Zerdeştê kal” neşir dibin.
2016ê salê pirtûka wî ya bi navê “Dilê şikestî” ronahî dibîne. 2005ê salê şaîr, nivîskar û dramatûrg Barîyê Bala tê hilbijartin wekî endamê PENa Kurd. 2014ê salê bi xelata ser navê Ehmedê Xanî tê rewakirinê.
Barîyê Bala xwedanê deh pirtûkên weşandî ne. Pirtûka wî ya ewil sala 1974an bi navê ”Dinya min” li Ermenîstanê ronayî dibîne û heta niha hin berhemên wî yên çapkirî ev in: “Kuda herim”, “Dîlbera min”, “Kulîlkên neçilmisî” û “Bijare” hatine çapkirin.
Serokê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê Profesor Kinyazê Îbrahîm, derbarê koça wî ya dawiyê de got: “Em bi wefata Şaîr û Nivîskarê kurd Bariyê Bala gelekî xemgîn in. Windabûna Bariyê Bala dibe ku bi awayeke fizîkî be, lê ew ê herdem bi fikir, raman, helbest û nivîsarên xwe, ne tenê li Qefqasyayê û Sovyeta Berê, em di wê baweriyê de de ku wê li seranserê welatê me di dilê her neferê kurdan de bijî.”
Prof. Îbrahîm her wiha derbarê helbestkarî û nivîskariya Bariyê Balayî de ev tişt gotin: “Pênûsa xwe di hemû mijaran de, helbest, nivîsara vekirî, bîranîn û dramatûrgîyê de ceribandîye. Mijarên helbest û poêmên Bariyê Bala cuda-cuda neb Evînîya du dila, hubhizkirina dê û bavan, gel û welat, hizkirina mirovahîyê û tebîyetê, rexne, şîret û yên din. Lê helbestvan di helbestên xwe de fikra hîmlî datîne ser welathezî, hub û hizkirinê. Koletî û bindestîya welatê kal û bavan ango Kurdistanê, par-parîbûna gelê kurd axîn û kedereke giran dixe dilê şaîr. Zilm û komkujîya li Helepçê, Şengalê, Kobanîyê, li bajar û gundên kurdên wêranbûyî dilê wî dişewitîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin