PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî roja yekşemê pêşwaziya serokomarê berê yê Iraqê Fuad Mehsûm kir.
Hat ragihandin ku Serok Barzanî li ofîsa xwe ya li nahiya Pîrmam ya Hewlêrê, îro pêşwazî li serokomarê berê yê Iraqê Fuad Mehsûm kir.
Di wê hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Kurdistan û Iraqê hat kirin herwiha têkestî li ser biratî, yekrêzî û hevgirtina hêzên siyasî yên Kurdistanê hatiye kirin.
Fuad Mehsûm ku endamê serkirdetiya YNKê ye ji sala 2014an heta 2018an serokomarê Iraqê bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin