Li Kerkûkê bi armanca Erebkirinê bi sedan Ereb li gundekî Kurda bi cîh bûn

Li Kerkûkê bi armanca Erebkirinê bi sedan Ereb li gundekî Kurda bi cîh bûn

PeyamaKurd Li  Kerkûkê bi armanca Erebkirinê, bi sedan Erebên ji hawirdorê hatine li gundê Pelkane yê Kerkûkê kon vegirtine, bi cîh bûne û çav berdane xaniyên Kurdan. Li gor nişteciyên gundê Pelkane dibêjin: ‘‘Erebên ku hatine, dest danîne ser 9 xaniyan û dixwazin hemû gundî dagir bikin.’’

Gundiyên Pelkane yê Kerkûkê li benda çareseriyeke bilez in û hişyarî didin, ku wiha berdewam bike wê di navbera Kurdên resen û Erebên hawirdorê de şer derkeve. Herwiha nişteciyên Kurd xwe ji bo her bûyerê amade kirine.

Ereb jî li benda derfetekê ne ku nişteciyên Kurd ji xanî û zeviyên wan derxînin. Ji bo vê mebestê jî di nava gund de kon vedane.

Heta niha 9 xaniyên gundê Pelkane hatine dagirkirin û di nav wan xaniyan de her roj bi dariştina planan ve mijûl in û hewl didin di nava gund de cihê xwe zexm bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin