PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, bi rêya telefonê geşedanên dawî yên Qerebaxê gotûbêj kir.
Koşkma Serokatiya Rûsya Kremlînê ragihand ku di pêwendiya telefonî ya Pûtîn û Reîsî de, geşedanên Qerebaxê û proseya normalkirina pêwendiyên Azerbaycan û Ermenistanê hatiye gotûbêjkirin.
Herwiha di pêwendiyê de, girîngiya çaseriya pirsgirêkan bi rêya siyaset û dîplomasiyê hatiye destnîşankirin.
Serokomarê Îranê di pêwendiya telefonî de, spasiya Pûtîn kiriye ku Rûsyayê piştevanî daye beşdariya Îranê ya di koma BRICS de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin