Pûtîn û Nahyan rewşa Kendavê û Ukraynayê gotûbêj kirin

Pûtîn û Nahyan rewşa Kendavê û Ukraynayê gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn di peywendiyeke telefonî de bi Serokê Îmarata Erebî ya Yekbûyî (BAE) Şêx Mihemed bin Zayid Al Nahyan re axivî.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Ragihandinê ya Kremlînê ve hat belavkirin, di vê axaftina telefonî de rewşa dawî ya li herêma Kendavê û geşedanên li ser krîz û şerê Ukraynayê bi berfirehî hatin nirxandin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn spasiya xwe ya taybet gihandiye Îmarata Erebî ji ber rola wan a erênî û navbeynkariya di proseyên guhertina dîl û girtiyên şer ên di navbera Rûsya û Ukraynayê de.

Her du lîderan tekezî li ser girîngiya berdewamiya peywendiyên dîplomatîk û xurtkirina hevkariya navbera aliyan kirin.