PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Pêncşemê karmendekî hêzên ewlekariya Fransayê, bi kêrê êrîşî navenda polîsan li Parîs a paytexta Fransayê kir û 4 karmendên ewlekariyê kuştin.
Êrîşkarê ku karmendê saziya ewlekariyê bû li Fransayê, dema êrîşî navenda asayîşa Parîsê kir, kuştî hat desteserkirin.
Li gorî daxuyaniyên karbidestên Fransî sedema vê êrîşê hîn nehatiye zanîn, lê 4 karmendên ewlekariyê bi kêran hatine kuştin.
Rayedarên Fransî dibêjin, ew ne êrîşeke terorî ye.
Li aliyê din piştî vê êrîşê Wezîrê Navxwe yê Fransayê Christophe Castaner serdana xwe ya îro ya Tirkiyê bipaş xist û çû cihê bûyerê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin