PeyamaKurd - Endamê Encûmena Rêveberiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Bafel Talebanî bi konsûlê Tirkiye yê Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay re, li navenda Mekteba Siyasî ya YNKê hevdîtinek pêk anî.
Nivîsgeha çapemeniyê ya Talabanî derbarê hevdîtinê de ragihand, “Di civînê de geşedanên siyasî yên li Herêma Kurdistanê û gelemperiya herêmê rû didin hatine axaftin.”
Herwiha hat gotin ku di civînê de Talabanî li ser bingeha berjewendiyên hevpar, behsa peywendiyên bi tendurist ên di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta Tirkiyê de kiriye.
Li gorî çavkaniyên medya nêzîkî PKKê jî di civînê de Talabanî derbarê pirsgirêkên siyasî û leşkerî yên li herêmê de axiviye û hewcehiya bi çareseriyên aştiyane aniye ziman û xwestiye li Tirkiyeyê jî pêvajoyeke aştiyê dest pê bike.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Bafel Talabanî kurê Serokê Damezrîner ê YNKê Mam Celal e û di bûyera 16ê Cotmeha 2017an a radestkirina Kerkûkê de jî yek ji wan berpirsên YNKê ye ku xwedî roleke sereke ye.