NATO û Fransa bang li Rûsya kirin

NATO û Fransa bang li Rûsya kirin

PeyamaKurd – NATO û Fransa bi sedema ku Rûsya û Ûkrayna hatine ber ku şer bikin, bang li Rûsyayê kirin ku dagere têkiliyên dîplomasiyê û eger mudaxele bi Ûkraynayê bike, wê encamên wê yên nexweş peyda bibin. Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg li Parîsê bi wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves le Drian re civiya. Piştî civînê her dû lîder derketin ber çapemeniyê û bang li Rûsyayê kirin ku asta dijberiyê daxîne.

Wezîrê karên derve yê Fransayê got ku eger êrîşekî here ser yekîtiya Ûkraynayê, wê encamên wê yên stratejîk çêbibin. Stoltenberg jî got ku desteka hevkariyê ji bo endamtiya Ûkraynayê neguhiriye. Macron jî li ser mijarê bi serokê dewleta Ûkraynayê bi Volodimir Zelenski re bi telefonê axifî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin