PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema wefata birayê Baba Şêxê Êzîdiyan di rêya telefonê de sersaxiyê da Elî İlyas. Birayê Baba Şêx Elî İlyas, Şêx Hîcî koça dawî kiribû.
Di axaftina her dû terefan de Mesrûr Barzanî ji Baba Şêx re xemgîniya xwe ragihand û got:
“Xwedayê mezin wî bi bihişta xwe xelat bike, ji malbata wî û mirovên wî re ji Xwedê sebrê dixwazim.”
Baba Şêx Elî İlyas jî ji ber telefona serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji ber eleqe û parvekirina êşa malbatê, sipasiya xwe û ya malbatê gihand serokwezîr Barzanî.
Piştî wefata Baba Şêx Xertu Hacî Îsmaîlê Şêxê Kurdên Êzîdî, Elî İlyas di 08.11.2020 an de bi merasima olî dest bi karê xwe yê Baba Şêxî kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin