Serok Barzanî û Plasschaert qeyrana siyasî ya Iraqê guftûgo kirin

Serok Barzanî û Plasschaert qeyrana siyasî ya Iraqê guftûgo kirin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 22yê Tebaxê roja Duşemê pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî ya Iraqê û Berpirsa UNAMIyê Jeanine Plasschaert kir.

Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku Serok Barzanî û Berpirsa UNAMIyê Jeanine Plasschaert, rewşa siyasî ya Iraqê û qeyrana siyasî guftûgo kirin.

Herwiha hat diyarkirin, her du aliyan tekezî li wê yekê kiriye ku pêwîst e pirsgirêk, kêşe û qeyranên Iraqê di çareçoveya destûrê û bi diyalogê çareser bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin