PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, li ser mijara kuştina Cemal Kaşikcî li Konsûlxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî got, “Ti delîleke ku tiliya Prensê Welîehdê Siûdî Muhammed bin Selman di kuştina Cemal Kaşikcî de heye, nîne.”
Pompeo pesnê Prens Selman da û got, welatê xwe ber bi reforman ve biriye û bal kişand ser ku Siûdî li Rojhilata Navîn hêza bi bandor a îstiqrarê ye.
Pompeo herwiha da zanîn ku heger têkiliyên Amerîka û Siûdî xira bibin, ev dê li ser dabînkirina ewlekariya hevpeymaniyan xetayeke mezin be û girîngiya Erebistana Siûdî ji bo gef û dorpêçên ser Îranê anî ziman.
Pompeo daxuyakirin ku ew dê alîkariyeke zêdetirî 130 milyon dolaran jî ji Yemenê re bişînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin