PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê li navça Göksunê bi dereca 4,2 erdhejekî çêbû. Erdhej seet di 16.19an de di kûrahiya bin erdê de di 10.82 km yan de çêbû.
Erdhej ne tenê li Maraşê lê li bajarên Kayseri, Dîlok, Osmaniye û Meletiyê jî hat hîskirin.
Heya niha weka encama erdhejê bûyerekî neyînî nehatiye ragihandin.