PeyamaKurd – Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê vê sibehê bi tundiya 3,8 erdhejek çêbû.
Saziya Rewşên Lezgîn û Hawarçûnê ya Tirkiyê AFADê ragihand ku erdhej îro beyaniyê li demjimêr 08:45an li navçeya Hekîmxan a Meletiyê rû daye û kûrahiya wê ya erdzemînê jî 7 kîlometre ye.
Derbarê bandor û ziyana erdhejê de hîn ti agahiyek nehatiye.
Hêjayî gotinê ye, di van rojên dawî de li heman herêman erdhejên nû û bi bandor çêdibin û dibin sedema tirsê ku pêr li Mûşê jî bi pileya 4.5 a rixterê erdhejek çêbûbû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin