PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji Wezareta Karên Derve ya Îranê hatin ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan û Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan, îro li Tehranê civiyan.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat destnîşankirin ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, li Îranê dest bi hevdîtinên dîplomatîk kirin û hat diyarkirin ku Fîdan, li ser vexwendina Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan çûye Îranê.
Li gorî hat ragihandin, hevdîtina herdu wezîran li paytexta Îranê Tehranê pêk hatiye û di hevdîtinê de dê têkiliyên herdu welatan û pêşhatên heyî yên herêmî û navneteweyî bên gotûbêjkirin.
Her wiha hat diyarkirin ku piştî bidawîbûna civînê, dê herdu wezîr daxuyaniyeke hevpar bidin çapemeniyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin