PeyamaKurd- Piştî erdheja ku duh bişev saet di 01:25an de li navçeya Çunguşê ya Diyarbekirê çêbû, ji aliyê Prof. Dr. Nacî Gorur ve hişyariyek hat dayîn.
Nacî Gorur, piştî erdheja ku duh bişev bi lerza 4,2yan a ku li Çunguşa Diyarbekirê rû da, peyamek belav kir û bal kişand ser 2 bajarên bakur ku heger heye li wan deveran jî erdhej çêbibin.
Gorur, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re ev hişyarî kir û got,
"Li Elmadere-Çunguş/Diyarbekirê bi lerza 4,2yan erdhej çêbû. Erdhej, li ser kembera lêdanê ya Bedlîs-Zagrosê ye. Di erdhejên dawîn de ev kember ji ber tevgera bakurê Taxa Ereban hat tengkirin. Dibe ku tengasiyên bi vî rengî, li Sêrt û Colemêrgê jî bên dîtin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin