Serokê Belarûsê Lukasenko, Putin û Wagnerê li hev anî û ser rawestiya

Serokê Belarûsê Lukasenko, Putin û Wagnerê li hev anî û ser rawestiya

PeyamaKurd – Di navbera artêşa Rûsyayê û şîrketa ku bi pera leşkeran dixebitîne ya Rûsyayê Wanger îro dest bi şer kiribûn, heya wexta dereng şerê wan dewam dikir. Lê serokê dewleta Belarûsê Lukaşenko bi îzna serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi serokê Wagnerê bi Prigojin re axifî û got:

“Wagner qebûl kir ku li ser axa Rûsyayê meşa xwe rawestîne.”

Li ser mijarê serokê Wagnerê Prigojin jî li ser mijarê axifî û got:

“Ji terefan yek berpirsiyariya rêtina xwîna Rûsan fêm kir û em konwoyên xwe paşde dişinin ciyên wan û li gor plan dimeşin.”

Hûrahiya mijarê heya niha bi temamî nayê zanîn. Di pêşde wê her tişt aşkera bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin