Balafirên Sûriyê dorûbera xala çavderiyê ya Tirkiyê bombardiman kir

Balafirên Sûriyê dorûbera xala çavderiyê ya Tirkiyê bombardiman kir

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku balafirên şer ên Sûriyê îro êrîşeke tacîzê li dorûbera xala çavderiyê ya 8an a artêşa Tirkiyê ku li navçeya Maaretinuman a başûrê rojhilatê Idlibê ye kirine.

Li gorî zanyariyan di bombardimanan navborî ya balafiran de, ti ziyaneke negihîştiye xala çavderiyê ya artêşa Tirkiyê.

Çend roj berê jî balafirên Sûriyê êrîşî karwaneke leşkarî ya Tirkiyê li dorûbera bajaroka Xan Şêxûnê kiribûn û Tirkiyê bertek nîşanî wê êrîşa ku herî kêm 4 kes hatibûn kuştin dabû.

Xala çavderiyê ya 8an jî li herêma Sirmanê ye ku dikeve bakurê Xan Şêxûnê ku niha ji aliyê artêşa Sûriyê ve hatiye dorpêçkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin