PeyamaKurd - Balafirên şerî yên Tirkiyê îro Çarşemê Komelgeha Dûgirê ya li sînorê qezaya Şingalê bombebaran kirin.
Li gorî nûçeya Rûdawê, hat ragihandin ku balefirên şerî yên Tirkiyê Komelgeha Dûgirê li Nahiyeya Sinûnê bombaran kirine.
Li gor zanyariyên destpêkê, di êrîşê de baregeheke Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) hatiye bombebarankirin.
Derbarê ziyanên bombaranê de heya niha ti agahî nehatine bidestxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin